Îro roja çarşemî rêkeftî 24/6/2020an teqînek li bajarê Efrînê li rojava Kurdistanê çêbû û bi sedema vê teqînê 4 kesan canê xwe ji dest da û 5 kesên din jî brîndar bûn.
Li gorey zanyariyên pêgeha “Darka Mazî” li bajarê Efrînê, ev teqîn li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bi riya motorsîklekê hatye kirin.
Ev teqîn di demekê deye, roja 20ê vê mehê jî teqîneke din li taxa Vêlatiya Efrînê hatbû kirin û di encamê de 5 kesên sivîl brîndar bûbûn, ji nava wan 3 zarok bûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiya herêma Efrînê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn di nava bajêr de tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.