Tirk zevyên cotkarên Til Temirê dişewitînin

Tirk zevyên cotkarên Til Temirê dişewitînin

Arteşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, îro êrîşa sînorê bajarokê Til Temirê yê rojava wilat kir û zirar gihîştine çandina navçeyê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li rojava kurdistanê eşkere kirin, îro roja çarşemî, 24/6/2020an, arteşa dewleta dagîrkar sînorê bajarokê Til Temirê, bi taybet gundê “um el-keyfê” hedef kirin û zirarên mezin pêre xistin.

Di encamê de, zevyên sivîlan yên dinavbera cihê çêlekan û gundê “Um El-Keyfê” girêdayî Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê, şewitîn.

Tirkiyê li Oktobera sala rabûrî êrîşa ser rojava kurdistanê kirbû û ji wê demê ve, rewşa ewlehîya bajarokên ku hatine dagîrkirin pir xirab bûye.

Pustên heman beş