Ebdî: Sûîqast berdewamiya polîtîkaya komkujiyê ye

Ebdî: Sûîqast berdewamiya polîtîkaya komkujiyê ye

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî, diyar kir ku Tirkiye hê jî peymanên 17’ê Cotmehê û 22’ê Cotmehê bin pê dike.

General Mezlûm Ebdî ragihand “Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya komkujiyê didomîne.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li dijî gundê Helincê yê Kobanê de daxuyaniyek da û wiha got: “Tirkiye hîn jî hiqûqa navneteweyî û peymanên 17’ê Cotmehê û 22’ê Cotmehê bin pê dike, ku ew peyman bi piştgiriya Alîkarê Serokê Amerîkayê Mayk Pence û Serokê Rûsyayê Vladimir Potîn ve hatin amadekirin û şertên ji bo rawestandin êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma me destnîşan dikir.”

Ebdî, destnîşan kir ku rawestandina polîtîkayên paqijiya etnîkî û binpêkirinên Tirkiyeyê, di çarçoveya peymanên cotmehê û hiqûqa navneteweyî de wezîfe û berpirsyariya Amerîka û Rûsya ye ne û ev tişt got: “Beriya salvegera pêncan a komkujiya sala 2015’an ku 271 jin, zarok, extiyar hatin kuştin, sûîqesta li dijî aktîvîstên jin, êrişa li ser sivîlên li gundê Helincê û Kobanê dewama polîtîkaya komkujiyên li dijî Kurdan e.”

Pustên heman beş