PKKê Qadroyekê YNKê kuşt

PKKê Qadroyekê YNKê kuşt

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand ku îro Qadroyekê YNKê ji aliyê çekdarên ser bi rêxistna PKKê ve li gundê Keşanê di nava rezê wî de hatiye kuştin û piştre cenazeyê wî li çûlê hatiye avêtin.

Îro roja çarşemî 24/6/2020an Qadroyê YNKê ê bi navê “Ebdal Ebdulla Ebdal” ji dayik bûyê sala 1973an li gundê Keşanê ê ser bi nahîya Batûfa li qeza Zaxo bi destê çekdarên PKKê ve bi 6 gulleyên hatiye kuştin.

Ev Qadroyê YNKê serê sibê ji bo sexbêrîkirina rez û bîstanên xwe derketbû lê belê ji aliyê çekdarên PKKê ve rê lê hatbû girtin û jê hatbû xwastin rezê xwe bicî bihêle, piştî navbûrî fermana PKKê ret kirî, PKKê bi şeş gulleya berisva wî da û ew di cî de kuşt.

Paş kuştina vî hemwilatîyê başûrê kurdistanê, PKKê cesedê wî avêtin aqarê gundê “Xêzava”, ev gund jî dikeve nêzî gundê Keşanê.

Tê zanîn ku niha gundê Keşanê hatiye çûlkirin jiberku bûye navçeyeke serbazî û niha tu şênîyeke li wî gundî nîne, belku bûye ciyê çekdarên PKKê.

Pêş niha jî pêgeha Darka Mazî di nûçeyekê de bas li hebûna çekdarên PKKê di nava vî gundî de kirbû ku bibûne sedema wê yekê ku gund ji aliyê topxane yên Tirkiyê ve bê topbaran kirin.

Pustên heman beş