Li gorey zanyariyên ber dest, demekê kurt pêş niha bi sedema bordoman kirina seyrangeha “Kune Masî” ya ku dikeve sînorê qezaya Şarbajêr, 4 çekdarên PKKê canê xwe ji dest da û hejmarek kesên din jî brîndar bûn.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li başûrê kurdistanê ragihand, piştî bordoman kirina vê seyrangehê ji bal leşkerên Tirkiyê ve cesedê 4 gerîlayan hatiye dîtin, piştre kesên brîndar jî rakirine nexweşxaneyên bajarê Silêmaniyê.
Bordomankirina vê navçeya nêzî Silêmaniyê piştî vê yekê tê ku pêş niha wezîrê derve ê Tirkiyê, Mewlud Çawîşoxlo di daxuyaniyekê de ragihandibû, bajarê Silêmaniyê ketiye jêr hejmûna PKKê.