Bizane ji 2015an PKK ê çi malwêranîyek ji bo Kurdan anîye
Giropa Kirîza Navdewletî li derbara şerê PKK ê û Tirkiyê eşkere kir, di 5 salên rabûrî de, pêtir ji 4900 kesan hatine kuştin, leşkirên Tirk, Gerîla û hemwilatiyên sivîl, kuştiyên PKK ê 3 car ji yên Tirkan pêtirin.
Giropa Kirîza Navdewletî raporek li derbarê şerê di navbera arteşa Tirkiyê û Gerîlayên PKK ê de belav kir ku têde hatîye ragihandin, ji tîrmeha 2015an, 4906 kes di encama şerê herdu alîyan de hatine kuştin.
Li gor wê raporê di dema 5 salan de, 2943 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest da ne û her wiha 827 polîs, 113 gundparêz hatine kuştin û nasnameya 226 kesan jî diyar nîne.
Di vê raporê de, eşkere dibe ku kuştiyên PKK ê 3 car ji yên Tirkan pêtirin, ev jî bi wê watayê tê ku hevsengîya şer tu caran di berjewendîya PKK ê de nebûye, ji ber ku ji bilî zirarên canî yên herî mezin, ji sala 2015an PKK ê bi dehan herêmên ku li jêr kontirola wê de bûn li Başûr û Bakurê wilat radestî Tirkiyê kirine, hinek ji wan herêman PKK ê bi dehan salan têde cî digirt, lê belê di çend sa’etan de ji bo Tirkiyê bi cî hiştin, weke çiyayê Şekîf.
Giropa Kirîza Navdewletî hejmara kuştîyan bo salane daniye û diyar kirîye, li sala 2015an 687 kes, li sala 2016an 2242 kes, li sala 2017an 825 kes, li sala 2018an 607 kes û di 5 mehên yekemên îsal de jî 54 kes, di şerê PKK ê û Tirkiyê de hatine kuştin.
Wek ku di raporê de hatîye aşkere kirin, ji wê hejmara qurbanîyan 4091 kes li Bakurê Kurdistanê, 464 kes li Başûrê Kurdistanê “Gerîla û xelkê sivîl” û 258 kes li bajarên din yên Tirkiyê bûne.
Her li gor raporê, li Bakurê Kurdistanê bi 1106 kesan piranîya qurbaniyên wî şerî li bajarê Şirnexê, 808 kes li Colemêrgê, 412 qurbanî li Mêrdînê û 636 kes jî li Amedê di encama şerê herdu alîyan de bûne qurbanî.
Şerê di navbera Gerîlayên PKK ê û Tirkiyê de zêdetir ji 35 sale berdewame û heta niha di encama wî şerî de bi dehan hezar kesan canê xwe ji dest dane ku piranîya wan Kurd bûne.