Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro di te’qîba hereketên PKK ê de, navçeya Zapê ya Başûrê Kurdistanê hedef kir û zirarên canî hene.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 28/6/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê hereketên PKK ê li navçeya Zapê ya Başûrê wilat hedef kir û Gerîlayekî canê xwe ji dest da.
Êrîşya îro hemwexta ragihandina amara pevçûnên 24 sa’etên rabûrî yên PKK ê û arteşa Tirkiyê tê, li gor daxweyanîya wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê 9 Gerîla li Başûrê Kurdistanê hatine hedef kirin, eskerekê Tirk hatîye kuştin.
Lê belê navenda medyayî ya HPG ê dibêje: “me 34 ‘eskerên Tirkan di 24 sa’etên rabûrî de li Başûrê Kurdistanê kuştine”.