3 Kolberên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê, îro bi dest sipayê Pasdarên Îranê hatin hedef kirin, yek jê canê xwe ji dest da û du birîndar ketine.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilatê wilat belav kir, îro roja yekşemî 28/6/2020an hêzên sipayê Pasdaran yê Rejîma Îranê, gulle berdan 3 Kolberan li sînorê bajarokê “Silêvana” yê girêday parêzgeha Ormiyê, yek jê canê xwe ji dest da û 2 birîndar ketine.
Yek ji Kolberên ku hatîye hedef girtin, bi navê “Salim Suleyman Nejade” ku canê xwe ji dest daye û yekê din bi navê “Dawud Mecîdyan” ku bi dijwarî birîndar ketîye, nasnameya Kolberê din hîna niha eşkere nebûye.