Fermandarekê supayê Pasdaran yê rejîma Îranê hat kuştin wexta ku li şeva derbasbûyî erebeya wî bi bombekê hatîye hedef kirin.
Ajansa Faris ya dewleta Îranê eşkere kir, li şeva derbasbûyî 29/6/2020an bombek di rêya erebeya fermandarekî supayê Pasdaran li navenda bajarokê Zahîdan yê girêday parêzgehîya Sîstan û Belocistanê hate teqandin û hat kuştin.
Her îro telefizyona dewleta Îranê eşkere kir, fermandarekî supayê Pasdaran li gel zêrevanê xwe di wê êrîşê de hatine kuştin, lê belê navên wan eşkere nekir û tenê got ku ew fermandarê Pasdaran bû li navçeyê.
Her wiha dest nîşan kir, ev êrîş ji aliyê rêxistna bi navê “Ceyşul’edil” pêk hatîye.
Rêxistina “Ceyşul’edil” li Şubata sala rabûrî jî êrîşî erebeyên supayê Pasdaran li Belocistanê kirbû û bi wê sedemê 27 leşkirên rejîmê kuştibûn.
“Ceyşul’edil” di berê de bi navê “Cindullah” di hatin nas kirin, bi rêxistineka cîhadî tê hesab kirin û xebatê ji bo têk birina desthilata Îranê dike.