Di operasyonekê de ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve li bajarê Amedê ê Bakurê Kurdistanê hat encamdan 45 kes ku serokê şaredariya HDPê jî dinav de bûn hatin binçavkirin, 23 kes ji wan hatin tewqîfkirin.
Li roja înî ya rabûrî de di bergeha lêpirsîna ku ji aliyê serdozgerîya komarî a Amedê ve hatbû destpêkirin li himber PKKê operasyonek hatbû lidarxistin ku têde 43 kes hatbûn binçavkirin.
Hat ragihandin ku 23 kes ji van 43 kesan bi sûça endametî û alîkarî kirina Partiya Karkerên Kurdistanê “PKKê” hatîne tewqîfkirin ku di nava wan de seroka şaredarîya Fariqînê Naşîde Topraka ku pêş niha ji wezîfê hatbû dûrxistin jî heye.