Heft sal li ser komkujiya bajarokê Amûdê derbas bûn, ew komkujiya ji bal çekdarên PYDê ve li xizîrana sala 2013an hatîye encam dayîn, wexta ku bi awayekî hov ev bajarokê hatîye dorpêç kirin û gulleyên raste rast avêtî xelkê sivîl ku bi wê sedemê 6 kes şehîd ketin, çekdarên PYDê bi vê tawanê razî nebûn, wan nehişt malbatên şehîdan jî cesedên ciwanên xwe bin ax bikin.
Bajarokê Amûdê îsal jî komkujiya sala 2013an de li bîr anî û malbatên qurbanîyan di peyamekê de, behsa wê stem û zordariyê kir ku çekdarên PYDê li rojên 27 û 28 xizîrana heman salê di rasta gelê bê guneh de kirine.
Paş ku gelê ‘Amûdê tevlî şorşa Sûriyê bûy û bi awayekî aştîxwazane xwepêşandan rêxistîn, rejîma Beşar Esed hewlên mezin dan ji bo ku wan bêdeng bike, lê wexta ku nikarîn vê karî encam bidin, ev erk bi PYDê tê dayîn, lewma PYDe li pey bangewaza rejîmê diçe û li şeva 27 ser 28 Xizîrana sala 2013an bi ser bajarokê Amûdê de girtin û komkujî li wir pêkanîn.
Bûyerên Amûdê bi dorpêç kirina bajar dest pê kirin, wexta ku pêtir 400 çekdarên PYDê deryên bajar girtîn û ketîne nava Gel de, wan her tişt bê rumet kir, çalakvanên xwepêşandanan bin çav kirin, birîndar kirin û kuştin, tu tiştek ji wê êrîşa hov rizgar nebû, jin, zaro û pîrukal, belku tawan giha astekî wiha ku çekdarên PYDê gulleyên raste rast li xwepêşanderan kir û hejmareke hemwilatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.
Malbata qurbaniya îsal di bîranîna wan de gotin ku, çekdarên PYDê sitemek herî zor li wan kir, wan ne tenê ciwanên Amûdê şehîd kirin, belku nehîştin cesedên wan jî werin bin ax bikin, nehîştin birîndar werin tedawî kirin û bi dehan kes bin çav kirin û di zîndanan de îşkence dan.
Malbata şehîdan berya çend rojekan, bi daxuyaniyeke fermî, ev karê hov yê PYDê bi tawaneke cînayî, siyasî û exlaqî bi nav kirine û dibêjin: “em di esas de bi bawer bûn ya ku rûday ne rûdaneke sade û takekesî û bê pîlan bûye, belku pîlaneke vehandî û biryareke siyasî bûye ji bo lêdana bizava şoreşgerî a Kurdan û çêkirina fitneyek Kurdî bi destê Kurdan bi xwe”.
Malbata qurbaniyên Amûdê di beşeka daxweyanîya xwe de tekez dikin wan xwest bû komîteyeka li dûv çûnê a kurdî were dirust kirin ji bo diyar kirina rastîya vê tawanê û sizadana gunehbar û tawanbaran û ev yek bi nivîs bi 7 mehan paş bûyerê ji bo raya giştî ragihandibû herweha dabû xwediyên pirojeya destpêşxerên aştiyê.
Bi gotina malbatên qurbaniyên ‘Amûdê, pêş çend hefteyan destpêşxeriyek pozetîv û nû hatîye ber çav kirin ji bo lihevhatinê û danpêdanên eşkera ji aliyê yekîneyên parastina gel heye ku wan bi xwe ev tawane encam daye û fermandarîya wan a giştî amadeye ji bo her karekî di şiyan de be ji bo tedawî kirina vê birînê.
Lê ew di bersivê de dibêjin: rêveberiya xwecihî desthilatdare li navçeya û desteyek dadwerî heye, dozgerê giştî heye ku pêwîste bi van karan rabibe:
Yêk: dadgeh kirina serkirdên siyasî yên (PYDê) yên wê demê ku biryara vê tawanê dane.
Didu: dadgeh kirin û siza dana serkirdeyên leşkirî yên (YPGê) yên wê serdemê ku ev tawane cî bi cî kirine.
Sisê: lêborîn xwestin ji gelê Amûdê bi giştî û malbatên şehîdan bi taybetî.
Malbatên qurbanîyan dibêjin: her dema ku ev yek hat encam dayîn wê demê dê lihevhatin were kirin.
Erdnîgariya Amûdê û destpêka şoreşê
Amûda bajarokek Kurdî ye dikeve rojavayê bajarê Qamişlo bi dûratiya 30 KM, di heman demê de li gel Tirkiyê hevsînore, çalakvanên wê li destpêka şoreşa Sûriyê bi xwepêşandanên aştiyane beşdarî çalakiyên şoreşê bûn û hêzên dewleta sûryê çendîn caran xwestin vê şoreşê ji nav bibin lê belê nekarîn, li dawyê bi neçarî ev bajarok weke navçe û bajar û bajarokên din yên kurdan teslîmî destê hêzên ser bi (PYDê) kirin.
YPGê jî gelek bizav kirin ku destê xwe danît ser çalakiyên şoreşgerî yên xortên vî bajarokî, lê belê di tu yek ji wan bizavan de serketin ne anî, heya ku roja duşemî 17/6/2013an.
Li saet 3:30ê serê sibê hêzeke çekdar ku herî kêm ji 400 çekdarên YPGê pêk dihatin, bi ser bajarokî de girt û rêkên wê ên sereke û dergehên bajarokî daxistin û ji her kesê çûn û hatin dikir nasname dixwest û bi vê rêkê 3 çalakvan girtin yek jê, “Ehmed ‘Ebdu Elnecarî” ku endamê hemahengiya Amûdê bû û li deriyê rojhilat hatbû girtin, her wiha “Dêrsim Edhem Omer” ku li ciyê karê wî, ku li ser amûrê genim dirînê kar dikir hatbû girtin, çalakvanê sisêyan jî bi navê “Wilat Îsma’îl Omerî” bû ku çalakvanê karên şoreşê bû û ew jî li ciyê karê xwe li cadeya Hesekê hat girtin.
Piştî ev 3 kes hatîne desteser kirin, çekdarên YPGê li wir neman û zivirîn Qamişloyê û ew çalakvan li wir zîndanî kirin, ev zîndan ji aliyê asayîşa PYDê ve tê birêvebirin, paş zîndan kirinê, wan 3 çalakvanan dest bi gireva birçî bûnê kir.
Piştre li bajarokê Amûdê rojane xwepêşandanên aştiyane li dijî reftarên YPGê hatin encam dayîn û li roja çarşemî 19/6/2013an 3 çalakvanên din yên Amûdê bi navên “Enes Ehmed Şêxî, Îsma’îl ‘Elî Şerîf û Idrîs Mihemed Xelef” weke hevxemî digel hevalên xwe yên zîndan kirî dest bi gireva birçî bûnê kirin.
Di heman roj de hejmara kesên ku ketîn di gireva birçî bûnê de, gihiştin 8 kesan û pey re bûne 24 çalakvan.
Li roja çarşemî ya 26/6/2013an û paş danustandin di navbera hinek kesatiyên meclîsa lokalî ENKS ê û hinek endamên PYDê hatine kirin, PYDê bi ENKS ê re got ku mercê me ji bo azad kirina van girtîyan eve ku dest ji gireva birçî bûnê were berdan, piştre yek ji çalakvanan bi navê “Dêrsim Edhem Omer” serbest hat berdan û yên din bi sûça bi bazirganî kirinê bi madeyên hişber di zîndanê de hiştin, lewma gireva birçî bûnê û xwepêşandan berdewam bûn.
Paşan û li roja 27/6/2013an xwepêşandanan dest pê kir, çendîn erebeyên ku çekdarên YPGê têde bûn hatin pêş baregehê PYDê û cadeya pêş baregehê bi temamî daxist û gulleyên doşka berdan asîman û piştre arasteya berê doşka dan xwepêşanderan û gulle berdanê, di wê demê de çendîn xwepêşander birîndar bûn û xwepêşandan belave bû, li vir hinek ji birîndaran ji bo tedawî kirinê ji bo malên nêz hat rakirin, lê belê di encamê de 3 xwepêşander bi navên “nadir Mehmûd Xelo, Se’d ‘Ebdulbaqî Seyda û Şêxmûs Mihemed ‘Elî Hesen” şehîd ketin.
Navên şehîdên komkujiya ‘Amûdê û kanê YPGê bi tu awa şehîd kirine
-Se’d ‘Ebdulbaqî Seyda temen 17 sal bû, wexta ku ew ji dewreyeka perwerdê vedigere mal, bi gulleyên yekemîn tê şehîd kirin û tê veguhastin ji bo nexweşxaneya ‘Amûdê.
-Şêxmûs Mihemed ‘Elî Hesen (Calî), temen 60 sal, li dema xwestî şehîd Se’d rake nexweşxaneyê gulle bi wî jî dikeve û şehîd dibe.
-Berzanî ‘Ebdulrezaq Şêxî (Qirno) temen 21 sal, di kemîneka asayîşê de tê şehîd kirin, du kesên din digel wî de bûn ew jî bi dijwarî birîndar ketin, gulle bi serê Berzanî ketbû, hevalên wî xwest ji bo tedawî kirinê wî derbasî Tirkiyê bikin, lê dewleta Tirkiyê ew bo dema 3 sa’etan li ser sînor hiştin û rê bi wan neda derbasî Tirkiyê bibin heya ku canê xwe ji dest day.
-Nadir Mehmûd Xelo, temen 15 sal, her çende xortek biçûk bû lê her di destpêkê de beşdarî xwepêşandanan bibû, gulle bi serê wî jî ket û şehîd bû.
-Aram Mecdel Binko temen 36 sal û bi Aras Binko tê naskirin, ew li ser banê baregeha yekîtiyê bû, wî bi telefonê digel merovên xwe yên ji derve di axift û bi wan re digot em bi selametin, çekdarên PYDê her ji demên destpêkê yên vê komkujiyê bi ser baregehê de girt û ev kes bi gulleyan birîndar kir û piştre di banî de avêt xwarê û xwarê jî gulleyek li serê wî dan.
-Elî ‘Ebdî Xelef, temen 64 sal bû û bi ‘Elî Rendî dihat nas kirin, li dema çekdarên PYDê qedexeya çûn û hatinê bi zorê sepandî ev kes roja paştir serê sibê diçe daku nanî ji xwe re bikire piştre çekdarên PYDê gulleyan berdidin wî û bi giranî birîndar dikin, malbata wî dixwazin wî rakin nexweşxaneyên Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, ‘Elî Rendî li wir şehîd dibe.
Hinek xalên girîng ku mirov dikarê foksê bêxe ser
Roja paş komkujiyê asayîşa PYDê, mala bavê ‘Ebduy şewitand bi behaneya wê yekê ku ji mala nav bûrî ber dihên avêtin, lê ev direweka eşkere û zelal bû, jiberku mal ya vala bû û xwedîyê malê ew pêtirî salekê bû li wilatê Libnanê, ya rast berên ku bi endamên asayîşê diketin pirtên dîwarê balekona mala cîran bû ku ji encama teqeya asayîşê bi çekê doşka bi ser erebeyên wan de dibarîn.
Dema ku xwepêşanderan ceseda şehîd “Şêxmûs û şehîd Berzanî” li erebeyê xistî, asayîşê gulle berdanê û li wir jî xortek bi navê “Îbrahîm Mihemed ‘Elî” birîndar kir.
Herwiha wexta ku xwepêşanderan “‘Ezîz Qerno” birî cem Dixtor, ji ber giraniya birîna wî, Dixtor bilez ew rewaney Qamişloyê kir, dema ku erebe nêzî deriyê rojhilatê bajarokê ‘Amûdê bûy daku ber bi Qamişloyê ve biçe, çekdarên YPGê gulle li ser erebeyê re avêtin, ew naçar bûn berê xwe bidin aliyê tirkiyê.
Li ser sînorê Tirkiyê, leşkerên Tirkiyê rê neda ku ew derbasî Tirkiyê bibin û 3 saetan “Berzanî Qirno” li ser sînor hiştin û rê bi wan neda derbas bin, Îbrahîm jî demek dirêj li ser sînor hişt, herçend ku birîna wî pirr dijwar bû, ji bilî vê yekê çekdarên PYDê pitir ji 10 kîlometran bi dûv wan re çûn heya ku gihiştî nêzî sînorê Tirkiyê, paş ku leşkerên Tirkiyê gulle berdane asayîşa PYDê, ew şûnde zivirîn.
Asayîşê zorî li Dixtor “Ehmed Darî” Xwediyê nexweşxaneya Darî kir, jiberku vî Dixtor pêşwazî li birîndar û şehîdên xwepêşandanê kir û li nexweşxaneya xwe tedawî kirin.
YPGê nehişt nexweşxane birîndaran tedawî bikin
Nêzî 3 beşên birîndaran ku birîna piraniya wan di dest û lingên wan de bû, yan ne çûn çi nexweşxaneyeke nav ‘Amûdê yanjî bi awayek nihênî ber bi nexweşxaneyên Tirkiyê ve çûn, ji ber ku tirsa wan ji wê yekê hebû ku paş tedawî kirina wan di nava nexweşxaneyên ‘Amûdê de, çekdarên PYDê bixwazin wan siza bidin.
Li wê şevê çekdarên PYDê çûn bi ser malan de girt û dest dana ser hinek baregehên partîyên Kurdî piştre ew baregeh şewtandin, ji wan baregahê “Partîya Demokratîk ya Kurdî li Sûriyê” (Elpartî) û baregeha “Partîya Yekîtiya Kurdî” û her weha navenda ciwanên ‘Amûdê ku li 1î Tîrmeha sala 2019an şewitand.
Çekdarên PYDê li vir ne rawestan, belku bi ser baregeha ENKS ê de jî girt wexta ku ENKS di civînekê de bû û pêşhatên ‘Amûdê nîqaş dikir, hemû kesên di wê civînê de girtin, hejmara hemû girtîyan di vê şevê de digel girtîyên roja paştir anku yên paş ragihandina qedexeya çûn û hatinê ji 80 kesan derbas bû û hemû girtî jî hatin îşkencedan, bi awayek weha ku hestiyên sînga du ji wan şikandin.
Navên hejmarek ji birîndaran:
-Ezîz Îbrahîm Şêxî (Qerno)
-Siwar Seyfedîn Hito
-Idrîs ‘Îde
-Elam Xizêm
-Mizgîn Qiçû
-Mehmûd ‘Amir Deqorî
-Ehmed ‘Îdî
-Mihemed Naîf
-Ehmed Mihemed Mihemed (Ehmed Kermî)
-Dara Hesen Darî
-Îbrahîm Mihemed ‘Elî
-Golan Şivan Yunis ku (çekdarên PYDê bi ‘erebeya xwe li ser cesedê we re çûn).
Ev dema 5 salane PYDe danpêdanê bi vê tawanê nakin wan hertim digot “Bereya Nusre” ev kare encam daye û bi karên bazirganî kirin bi madeyên hişber ve girêdayî bû, di van salên rabûrî de gelek destpêşxerî hatin kirin lê belê tu yek ji wan ne gihîşt armancan û lihevhatin pêk nehat, biryara malbatên şehîdan ew bû ku Komîteyeke Kurdistanî were sazkirin û kesên biryara vê komkujiyê day û yên ku ev karê hov encam day biçin ber dem dadgeheke dadperwer û ew werin siza dayîn, niha jî biryara malbatên şehîdan heman biryare.
Komîteyek niha hatîye pêkanîn di navbera Mezlûm ‘Ebdî û komîteya ENKS ê li ‘Amûdê û malbatên şehîdan li ser vê yekê razî nebûne û ew haydarî vê lihevhatina di navbera van du aliyan de nîne û dixwazin dadgeha tawanbaran pêş her tiştekê din were encamdan.