Kevin Lambert: Em ji bo aramiya Kurdistanê li gel we ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê General Kevin Lambert pêşwazî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê hate gotûbêjkirin.
Her du aliyan bal kişand ser hewlên rûbirûbûna êriş û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê û têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê.
Mesrûr Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgirî û hevkariya hêzên Hevpeymanan ducare kir.
General Kevin Lambert jî tekez kir ku ew dê ji bo parastina asayîş û aramiyê û rûbirûbûna astengiyan, piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê bidomînin.