Bi sedema PKKê careke din gundên Dihokê tên hedef kirin

Bi sedema PKKê careke din gundên Dihokê tên hedef kirin

Êrîşa dewleta Tirkiyê li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê, li Başûrê wilat dewam dike, îro careke din gundên sînorê Dihokê ketin ber êrîşan. Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja pêncişemî 2020/7/2 an balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, di te’qîba hereketên PKKê de êrîşî devera Berê Gare kirine.

Dest nîşan kir, balefiran li saet 10:40 xolek moşekek li çiyayê bi navê “Zengilê” yê Bakurê gundê “Sarkê” girêdayî navçeya Sersinkê dane.

Li gor dîmenên ku ji bal çavkaniyên me li başûrê Kurdistanê ji mere hatîne şandin, diyar dibe domaneke zêde li ciyê êrîşê bilind dibe. Dewleta Tirk li roja 15 meha rabûrî êrîşa ser başûrê wilat dest pê kir, ji wê demê ve hejmarek gundên navçeyê hatine vala kirin û bûne navçeyên ‘eskerî, gelê navçeyê jî ji PKKê dixwaze xwe ji gundên wan dûr bike ji bo ku nekevin ber êrîşan, PKKe jî her ku diçe pêtir şerê xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan.

Pustên heman beş