Di berev pêş çûneke nû de karwaneke serbazî ê hêzên leşkirî yên Amerîkayê roja çarşemî 1/7/2020an bi alavên locîstîkî û amûrên leşkerî ve ji herêma Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û paşan ber bi bajarê Şedadîyê li sînorê bajarê Hesekê çûn, paşan li wir ber bi bingehê leşkirî ê Qesrik çûn.
Li gor nerîngeha mafên mirovan a sûrî karwanê hêzên Amerîkayê ji 19 wesaîtên serbazî ji wan 13 qamîyonên alavên locîstî û leşkirî her weha 5 wesaîtên zirxî ji bo parêzvaniya karwanî pêk dihêt.
Hevpeymaniya nav dewletî meha rabûrî karwaneke leşkirî ji herêma başûrê kurdistanê şandibû rojava kurdistanê ku ew karwanê leşkirî ji 50 qamîyonên alavên locsitîk û leşkirî bû, ev karwan ber bi bingehê leşkirî yê hêzên hevpeymaniya navdewletî li sînorê bajarê Hesekê çûn.
Ji aliyek din 50 qamîyonên leşkirî ên ser bi hêzên Amerîkayê piştî ku barên xwe li pêgeheke leşkirî li rojava kurdistanê danî careke din ber bi herêma başûrê kurdistanê ve zivirîn.