Li gor çavkaniyên medyayî, rayedarên Mongolia li pey nasîna du heb kesên bi Ta’onê ketî, li hinek navçeyên vî wilatî digel Rûsya tedbîrên tund ên qedexeya çûn û hatinê ragihandîne.
Medyaya fermî ya Mongolia eşkere kirin, sînorên rojavayê Mongolia hatîne girtin, çûn û hatina wesaîtên giştî li wir hatîne qedexekirin.
Ev tedbîrên tund paş vê yekê hatin ku du jin û mêrên genc li Mongolia piştî ku goştê çêlekan xwarî bi Ta’onê ketîne û niha li nexweşxaneyê hatîne razandin.
Sala rabûrî jî li yek ji navçeyên Mongolia sê kes bi Ta’onê ketin, piştî vê yekê bû ku hat eşkere kirin ev nexweşî li wilatê Çînê jî peyda bûye.
Eşkere bûna xebera belavbûna Ta’onê hev deme digel xebera derketina vîruseke nû ê Berazan ku li Çînê peyda bûye, herçend heya niha nehatîye hîn bûn ev vîrus ji mirovan bo mirovan tê veguhastin yan ne, lê belê tirseke mezin li cîhanê dirust kiriye, jiberku niha cîhan hemû bi vîrusa Koronayê ve mijûle û heya niha tu vaksînek ji bo vê vîrusê nehatîye dîtin.