Serokê Ermînya, Armîn Sarkîsyan supasî û pêzana xwe bo wan malbatên Kurdan tekez kir ewên di dema cînosayîda Ermenîyan harîkarîya hevwelatîyên Ermen kirine û pena wan dane û Kurd bi birayên bertengîyê wesif kir.
Rojname ya Ehram, çapa Qahîre, hevpeyvînek li gel serokê Ermînya encam daye û têde behsa bûyerên cînosayîda Ermenîyan kirîye, ku di dawî ya desthelatdaîya Osmanîyan û di destpêka damezirandina dewleta nû ya Tirkiyê di navbera salên 1915 heya 1923 hatibû encmadan.
Di wê hevpeyvînê de, Sarkîsyan gotîye: Hikumeta Tirkiyê mifa ji rewşa dema şerê yekem a cîhanî wergirt; daku pîlana kuştar û jinavbiirina yekcarîya Ermenîyan darêje û di navbera salên 1915yê heya 1916yê gelek tawanê mezin derheqê gelê Ermenî encamdan.
Derbarê rola Kurd jî, serokê Ermînya got: Em supasîya biryên bertengîyê dikin, bi taybetî Yunanî, Aşurî, Siryan, cuhî û Êzdî herweha kesatî û malbatên Kurd û Turk ku jîyanên xwe xistin di metirsîyê de, daku harîkarîya Ermenîyên lêqwmayî bikin û jîyana gelekan ji wan rizgar kirin.
Di 24 Nîsana her sal de, gelê Ermenî bîranîna komkujî û cînosayda milyon û nîv hevwelatîyên Eremenî dikin ku ji alîyê Tirkiya Osmanî û Tirkiya ya nû li bernaber wan hate encamdan.