Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, li 12 sa’etên rabûrî hejmareke navçeyên sînorî ketine ber êrîşan.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin, ji şeva derbasbûyî ve, balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê, di te’qîba hereketên PKK ê de bê navbir heya sa’et 4:00 serê sibê ya îro 6/7/2020an, derdûra çiyayê Xamtîrî yê sînorê Zaxo hedef kirine.
Her wiha eşkere kir, her yek ji sînorê gundên “Minînê, pişta gundê Keşanê û çiyayê Şaqolê” hatine bombe kirin, zirarên êrîşan nehatine dest nîşan kirin.
Îro 21 roj li ser êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê derbas dibin ew êrîşa Tirkiyê navê “Penca Bazê” lê kirî, ji destpêka êrîşê ve, nêzî 50 gundên Başûrê Kurdistanê, bi taybet li navçeyên Şêladizê û sînorê Zaxo hatine vala kirin.
PKK e ji bo ku xwe ji êrîşên balefirên Tirkiyê bi parêze, hereketa Gerîlayên xwe xistine nava gundan, amanca PKK ê veguhastina şere ji navçeyên sînorî bo sînorê bajarokan.