Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, hevserokê HDPê yê Êlihê Omer Kûlpilû û 7 endamên meclîsa şaredariyê yên ku beşdariya wan di civîna meclîsa şaredariyê de hatî astengkirin hatin binçavkirin.
Civînên meclîsa şaredariya Êlihê ku ji ber vîrusa Koronayê hatbû paşxistin ji nû ve dest pê kir. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaza ku qeyûm li şûna wê hatbû danan û endamên meclîsa şaredariyê yên HDPê xwestin biçin beşdarî civînê bibin lê belê polîsan beşdariya wan li ber avahiya şaredariyê asteng kir.
Endamên meclîsê xwestin ji bo astengkirina wan li civînê fature were girtin, lê polîsan daxwaza wan pêk neanî. Li gel astengiyan jî endamên meclîsê xwestin bikevin avahiyê, lê polîsan mudaxele kir û HDPeyî binçav kirin. Hat zanîn ku hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, endamên meclîsê Şukran Çelebî, Gîzem Ogûrlû, Îlkay Alagoz, Şehrîban Aydin, Ayşe Onal, Recep Yarg, Şîrîn Şen û hevserokê rêxistina HDP ê yê Êlihê Omer Kûlpilû hatine binçavkirin û ew birine emniyetê.