Êrîşên dewleta Tirkiyê li dijî PKK ê li Başûrê Kurdistanê dijwar bûne û herku diçe êrîş pêtir li nêzî gund û bajarokan tên encam dayîn.
Balefirên ceng yên Tirkiyê îro roja sêşemî 7/7/2020an, di te’qîba hereketên PKK ê de, navçeyên sînorî yên bajarokê bi navê “Derkarê” girêday bajarê Zaxo hedef kirine, agahî li derbara ziraran tune ne.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, ji 15 meha rabûrî ve, hejmareke gundên navçeyê bi sedema pevçûnên PKK ê û Tirkiyê hatine vala kirin.
Dewleta Tirkiyê êrîşa ser Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê li 15/6/2020an dest pê kir, ji wê demê ve, nêzî 30 nuqteyên arteşa Tirkiyê hatine danan, PKK e herku diçe qada şer nêzî gund û bajarokan dike, gelê Başûr jî ji vê hengava PKK ê dilgirane û dixwaze PKK e ji navçeyên wan dûr be ji bo ku nebin amanca êrîşan.