Sipayê Pasdaran yê rejîma Îslamî ya Îranê, gulle berdan xortekî Kurd yê Rojhilata wilat û di cî de canê xwe ji dest da.
Rêxistina “Hengaw” ya mafên mirovan eşkere kir, çekdarên sipayê Pasdaran li çiyayên sînorê dola bi navê “Wezêne” ya girêday bajarê serdeştê li rojhilata Kurdistanê, gulle berdan xortekî Kurd bi navê “Yusif Ehmedî” û di cî de kuştin.
Ev xort, şivanê pez bû û li dema ku ketîye ber gulleyên sipayê pasdaran, wî li navçeya “Wezêne” çavdêrîya heywanan dikir.
Yusif Ehmedî ji şêniyên gundê Alwatan yê girêday navçeya Mîraway ya Serdeştê ye.
Li hefteya rabûrî, sipayê Pasdaran ji sînorê bajarê Pîranşar êrîşê navçeyên Herêma Başûrê Kurdistanê jî kir bû û di encamê de şivanek din jî bi navê “Rêbîn Îsma’îl” bi dijwarî birîndar ketibû, her wiha zirarên mezin bi heywanên wî ketibû.