Tirkiyê 75 hezar donem zevî li Rojava şewtandine

Tirkiyê 75 hezar donem zevî li Rojava şewtandine

Arteşa Tirkiyê û hêzên girêday wê li Rojava Kurdistanê, pêtirî 75 hezar donem zeviyên çandiniyê li sînorê Eyn Îsa û Girêspiyê şewtandine.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li rojava Kurdistanê dest nîşan kir, tevgerên arteşa Tirkiyê û hêzên girêday wê li sînorê bajarokên Eyn Îsa û Girêspiyê dewam dikin û zirarên mezin bi vê sedemê bi gelê navçeyê û zeviyên wan yên çandiniyê ketine.

Li gor texmîna aliyên desthilatê li Rojava wilat, bi sedema êrîşên Tirkiyê û tevgerên leşkirî, bi qasî 73 hezar donem zevî li sînorê Eyn Îsayê û pêtir ji 2500 donem li sînorê Girêspiyê hatine şewtandin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” diyar kirine, arteşa Tirkiyê û hêzên girêday wê bi awayekî sîstematîk xal û nuqteyên xwe li navçeya bi navê Herêma Ewlehiyê zêde kirine, hejmareke herî zêde ya dibistanan jî weke qerqûlên leşkirî kirine.

Tê zanîn her çend ku lihevhatineke agirbestê heye, lê belê arteşa Tirkiyê li rojên rabûrî 38 xal û nuqteyên leşkirî li sînorê Girêspiyê û Eyn Îsayê ava kirine.

Pustên heman beş