Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê êro êrîşî hereketên PKK ê li navçeya Zapê ya Başûrê Kurdistanê kir û du Gerîla canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 8/7/2020an, balefirên Tirkiyê careke din navçeya Zapê bordoman kir û du Gerîlayên PKK ê ketin ber êrîşê û canê xwe ji dest da.
Medyaya Tirkiyê ev êrîş ser rast kirine û ragihandin ku hinek ciyên ku PKK ê weke nuqte bi kar tînan hatin îmha kirin.
Ji naverasta meha rabûrî û dest pê kirina êrîşa ser Başûrê Kurdistanê ku bi sedema PKK ê ye, bi dehan Gerîlayên PKK ê li navçeyên Başûr canê xwe ji dest da ne, lê belê PKK e îlan nake.