HSD gencên Rojava desteser dike

HSDe gencên rojava desteser dke

Polîsên serbazî li navçeyên jêr kontirola Rêveberiya Xweser ya bakur û bakurê rojhilata Sûriyê dest avêtine desteser kirina gencan û bi zor birina wan ji boy xizmeta serbazî.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, ji roja yekê vê mehê û heya îro roja çarşemî 8/7/2020an, hêzên girêday HSD ê, nêzî 4 hezar gencan bi zor birine xizmeta serbazî.

Dest nîşan kir, ev genc ji Hesekê, Helebê, Reqayê û Dêrazûrê hatine desteser kirin, lê belê piranî jê yên Hesekê û derdûra wê ne.

Hêzên Sûryaya demokratîk ji destpêka vê mehî ve, xizmeta serbaz kirina bi zor îlan kir bû, piştre polîsên serbazî bi desteser kirina gencan erkdar kir, li rojên destpêkê bi sedan gencên Derbasiyê, Til Temrê û hinek navçeyên din yên Rojhilatê Firatê hatin desteser kirin.

Rêveberîya Xweser demek dirêje sîstema serbaz kirina bi zor cî bi cî dike, lê belê ev biryar li 3 mehên rabûrî hatibû te’tîl kirin.

Pustên heman beş