Mezlûm ‘Ebdî “Sebrî Ok” ji Rojava derxist û PKK heyirî maye

Mezlûm'Ebdî "Sebrî Ok" ji Rojava derxist û PKK heyirî maye

Sebrî Ok berpirsê îstixbarata PKK ê û endamê Konseya Rêveber ya KCK ê bi fermana Mezlûm ‘Ebdî, ji Rojava Wilat tê derxistin û PKK heyirî maye.

Paş lihevhatina hêzên Rojava Kurdistanê ya bi navê “lihevhatina Partiyên Yekîtîya Niştîmaniya Kurdî û encûmena niştîmanî ya kurdî li Sûriyê ENKS ê”, ku ev lihevhatin bi çavdêrîya Amerîkayê û alîkarî û piştgiriya serokatîya Herêma Başûrê Kurdistanê hat pêkanîn, hinek gavên girîng li Rojava tên avêtin, weke bê tesîr kirina PKKê û nehiştina bandora wê ye li ser wê perçeya wilat.

Li gor hinek agahiyên ku bi dest çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê ketine, Mezlûm ‘Ebdî fermandarê giştî yê hêzên Sûryaya demokratîk, “Sebrî Ok” berpirsyarê îstixbarata PKKê û endamê Konseya Rêveber ya KCK ê ji Rojava der kiriye, vê hengava ‘Ebdî PKK xistiye di rewşa hêstirya yê de û pirr dilgiran bûye.

Mezlûm ‘Ebdî, Sebrî Ok li jêr zexta Amerîkayê ji rojava derxistîye, weke yekem hengav ji bo nehiştina bandora PKKê li ser Rojava Kurdistanê û serxistina wê lihevhatina ku hêjan di Rojevê de ye.

Sebrî ok bi zelamê herî nêzîk yê Cemîl Bayik hevserokê koma civakên Kurdistanê KCK ê tê nas kirin.

Li gor agahiyên destê me, PKK û rêvebirîya Qendîlê pir ji vê hengava Mezlûm Ebdî dilgiran bûne û bandora derxistina Sebrî li ser PKKê, weke ya derxistina Ocalan e ji Sûriyê.

Rayedarên rojava û kesên ku pêvajoya lihevhatinê di şopînin amaje dikin ku Rojava di qonaxeke herî hesas de derbas dibe, bi awayekî ku girîngîya rizgar bûn ji PKK ê têde kêmtir nîne ji rizgar bûna ji her pergaleke dagîrkar.

Pustên heman beş