Zaroyên Efrînê ji banên bilind tên avêtin

Zaroyên Efrînê ji banên bilind tên avêtin

Qûnaxeke herî xeter a nearamî û rewşa xerab li Herêma Efrînê li Rojava wilat dest pê kirîye, zaro bi rêyeke herî hov tên kuştin.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, îro roja pêncşemî 9/7/2020an, zaroyekê Efrînê ji tebeqa 6an ya avahîyekê de hat avêtin û di cî de canê xwe ji dest da.

Dest nîşan kir, ev dibe zaroyê 5an ku bi heman awayî canê xwe ji dest dide.

Li gor nerîngeha mafên mirovan, zaroyê ku îro canê xwe ji dest daye, ji bal hinek kesên nenasiyar ji tebeqa 6an hatîye avêtin, gelê naveçyê dibêje: “Bi gumaneke herî zêde ev kes çekdarên mîlîşiyayên Tirkan bin”.

Li rojên rabûrî zaroyekê dinê Herêma Efrînê bi heman awayî canê xwe ji dest da bû û nerînge dibêje: “Ev zaroyê îro dibe yê 5an ku bi rêya avêtina ji banên bilind canê xwe winda dike”.

Paş ku Herêma Efrînê ketîye jêr kontirola Tirkiyê, rewşa ewlehîya wê pir xerab bûye û mîlîşyayên girêdayî Tirkiyê bê navbir tawanên pir hov di rasta şêniyên wê de dikin.

Pustên heman beş