PKKê 3 xortên Hoza Rêkan revandine û ji bo azad kirina wan daxwaz pereyan dike
Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê ketîye di rewşeke darayî ya herî xerab de û ji bo bi dest xistna pereyan, vê rêxistnê pena ji bo revandina xortên başûr û standina bacê ji hejar û kasibkaran birîye.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, li roja 15 meha rabûrî, PKKê 3 hemwilatiyên bajarokê “Sîryê” girêdaî navçeya Şêladzê li sînorê parêzgehîya Dihokê revandîne û ji bo serbest berdana wan, daxwaza pereyan ji malbatên wan dike.
Xortên ku bi dest çekdarên PKKê hatine revandin evin:
Rêgir ‘Elî Xald/ Hoza Rêkanî/ temen 35 sale û akincîyê gundê Bîyarê ye.
Mihemed Kerîm Xald/Hoza Rêkanî/ temen 20 sale û akincîyê gundê Bîyarê ye.
Usame ‘Îsa Mihemed/Hoza Rêkanî/ akincîyê gundê Hiryaşkê ye.
DAXWAZA 50 HEZAR DOLARAN JI BO SERBEST BERDANA WAN DIKE
Li gor agahiyên herî taybet yên pêgeha me, li destpêka meha 7 ya 2020an, xortê bi navê “Mihemed Kerîm Xald” hatîye azad kirin, lê belê li roja duşemî ya rabûrî 6/7/2020an bavên herdu xortên din ji aliyê PKKê ve tên gazî kirin.
Pêgeha Darka Mazî haydar bû ku PKKê ji bo serbest berdana her yek ji “Rêgir û Usame”, daxwaza pereyan kirîye, PKKê daxwaza 30 hezar dolarên Amerîkî ji bavê “Usame” kirîne û hemwext 20 hezar dolar ji bavê “Rêgir” kirîne, ji bo ku herdu werin azad kirin.
Her li vê derbarê de, çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li parêzgehîya Silêmaniyê dest nîşan kirin, ku rêxistinên PKKê li navenda Silêmaniyê civînek li gel hejmareke herî zor ya karker û kasibkarên Bakur ku li wir kar dikin kirine û jêre xwestine ku weke bac pêwîste hemû mehan ew qasî 100 dolarên Amerîkî bidin rêxistinê.
PKK KETÎYE DI KIRÊZEKE DARAYÎ DE Û BÛYE BAREKÊ GIRAN JI BO KARKERAN
Herçend PKK xwe bi partîya karkeran dizane, lê belê her ji yekem roja damezrandina xwe heya nihe bûye barek giran li ser milên karkerên kurdistanê û li ciyê berevaniyê ji maf û daxwazyên karkeran bike, berevajî barê wan girantir û rewşa wan xerabtir dike.
PKK her ji damezrandina xwe heya niha bi pere wergirtin ji karker û kasibkar û bazirganên kurd û bazirganî kirin bi maddeyên hişber xwe bi rêve dibe, di çendîn nûçeyan de li pêgeha “Darka Mazî” bi belge îmaje bi vê yekê hatîye kirin ku PKK rehmê bi kolberên Rojhilatê Kurdistanê jî nabe û bacê ji wan distîne, ger kolberek razî nebe bacê bide, wê were sizadayîn.
Tê zanîn ku piştî têkçûna rewşa abûrî ya cîhanî bi sedema vîrosa Korona, û daxistina sînorên wilatên Ewropa, herweha êrîşên berdewam yên dewleta Tirkiyê li ser PKKê, rewşa vê rêxistnê ya abûrî pirr xerabtir bûye, jiber vê yekê PKKê pena biriye ber revandina xortên kurd li başûrê kurdistanê û li himber serbest berdana wan daxwaza pereyan ji malbatên wan dike.