PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bi giramî bi bîrtînin

PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bi giramî bi bîrtînin

BasNews- Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê 83 saliya şehîdkirina rêberê tevgera Koçgiriyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Îro 83yemîn salvegera qetilkirina serok û rêberê netewey yê Tevgera Netewe ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê ye.

Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Neteweyî ya Kurd a Koçgîrîyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgirîyê, teslîmî dewleta Tirkîyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.

Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.

Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, Herweha  sîxur û nokerê dewleta Tirkîyeyê bû, Roja 09.07.1937an serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkirin û bir teslîmî dewleta Tirkîyeyê kir. Heta nuha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.

Em di 83yemîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Pustên heman beş