Berpirsekê din yê PKK ê dibe armanc

Berpirsekê din yê PKK ê dibe armanc

Berpirsekê din yê Partiya Karkerên Kurdistanê, bi navê “Xalis Eroglu” ket ber êrîşên dewleta Tirkiyê û canê xwe ji dest da, wî di kategorîya dewletê ya daxwazkirîyan de cî digirt.

Li gor agahiyên destê me, piledarê PKK ê yê bi navê “Xalis Eroglu û kod navê Hejar”, li dorbera parêzgehîya Erzerûmê, ket ber êrîşa candirmeyan û di pevçûnan de, canê xwe ji dest da.

Navbûrî li Şînkaya navçeya Erzerûmê di êrîşeke candirmeyan de canê xwe winda kir, dewleta Tirkiyê jî îro eşkere kir ku Hejar di kategorîya daxwazkirîyan ya reng gewr de cî digirt.

Tê zanîn arteşa Tirkiyê xelat bi qasî 500 hezar lîreyan ji bo desteser kirina Hejar dest nîşan kirbû, lê belê îro berteref kirina wî hat îlan kirin.

Pustên heman beş