Kuşt û şewitand

Cindirêsê

Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê li Rojava Kurdistanê, cesedê çekdarekê mîlîşyayên girêday Tirkiyê tê dîtin ku bi awayekî hov hatîye kuştin.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê, cesedê çekdarekê mîlîşyayên girêday arteşa Tirkiyê hatîye dîtin, ev çekdar hatîye kuştin û piştre cesedê wî hatîye şewitandin.

Dest nîşan kir, ev çekdar wek polîsê ser bi Tirkiyê ve li Cindirêsê wezîfedarbû, lê belê bi sedema şewatê, nasnameya wî nehat zanîn.

Ji paş ketina Efrînê, arteşa Tirkiyê melefa ewlehîya wê xistîye destê hinek komên çekdaran û navê polîsan lê kirine, wan çekdaran bi teybet yê giropa “Sultan Murad” bi sedan tawanên mezin di rasta gelê sivîlê Efrînê de encam dayîne.

Pustên heman beş