Rejîma Îslamî a Îranê, îro cezayê bidarvekirinê li ser dû xortên din ên Kurd bi cî kir, ev xort endamên partîyeke wilatparêz a rojhilata wilat bûn.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan li rojhilata Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 14/7/2020an, rejîma Îranê cezayê bidarvekirinê li ser dû xortên bajarê Mehabadê bi cî kir, cînayeta van dû xortan endametîya partîyeke wilatparêz a dijî desthilata Îranê ye.
Rêxistina Hengaw dest nîşan kir, navê van herdû xortan “Sabir Şêx Evdilla û Diyako Resûl Zade”, ye û cezayê wan îro serê sibê li zîndana navendya Urmiyê hat bi cî kirin.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî Emnistî ji rejîma Îranê xwest bû ceza were hilweşandin, lê belê îro Îranê bi cî kir.