Balefirên Rûsyayê çiyayê Kurmênc hedef kir

Balefirên Rûsyayê çiyayê Kurmênc hedef kir

Balefirên ceng yên dewleta Rûsyaya federal, îro êrîşê çiyayê “Kurmênc” kir, paş ku hinek eskerên wan di teqînekê de birîndar ketîn.

Nerîngeha Sûryaya mafên mirovan eşkere kir, paş ku hejmareke eskerên Rûs di teqînekê de li ser rêya Laziqyê-Helebê birîndar ketîn, îro roja sêşemî 14/7/2020an, balefirên ceng yên Rûsyayê, êrîşê çiyayê “Kurmênc” kir û çendîn moşek lêxistine.

Her wiha dest nîşan kir, tophavêjên rejîma Sûriyê bi heman awayî bilindahiyên çiyayê “Kurmênc” hedef kir.

Ev êrîşa rûsyayê paş teqîna duh roja duşemî tê ku li ser rêya Laziqyê û Helebê çêbibû û têde hejmareke eskerên Rûs birîndar ketin, li gor Nerîngeha Sûryayê, eskerên ku di teqînê de birîndar ketî, bi erebeyên Tirkan ji bo tedawî kirinê hatibûn veguhastin.

Çiyayê Kurmênc an Kurdax çiyayekî (an jî herêmeke çiyayî) li herêma Efrîn û Kilîsê ye, herwiha ew bûye wek navek ji herêma Efrînê re, li rojavayê wî çemê Reş û li rojhilat û başûrê wî çemê Efrînê heye, li ser çiyayê Kurmênc dera herî bilind (bi 1200 metroyan) girê Mezin e.

Şêniyên binara çiyayê “Kurmênc” hemû Kurdin, lê belê dûrbera wan Erebên Sûryeyê û li alê sînor Tirkin.

Pustên heman beş