Jiber ders dayînê bi zimanê Kurdî 10 salan hat zîndan kirin

Jiber ders dayînê bi zimanê kurdî 10 salan hat zîndan kirin

Çavkaniyên mafên mirovan li bajarê Sine, Rojhilatê Kurdistanê, roja sêşemê (14ê Tîrmehê) ragihand ku Zehra Mihemedî, çalakvana çandî û mamoste ya ziman, ji hêla dadweriya komara îslamîya Îranê ve li bajarê Sine jiber ders dayînê bi zimanê kurdî bi 10 salan zîndan kirinê hat siza dan.

Li gor zanyariyên di dest rêxistna mafên mirovan a “hengaw”, Zehra Mihemedî, mamoste ya zimanê kurdî û seroka encûmena çandî-civakî ya Nojîn, 7 mehan paş azadiya demkî ji hêla desteya dadwerî ya Îranê ve bi 10 sal zîndan kirin hat sizadan.

Çavkaniyên agahdar ji “Hengaw”ê re ragihand ku ev biryar ji aliyê dadgeha şoreşa îslamî ya Îranê ve li bajarê Sine, bi serokatiya dadwer “Se’îdî”, bi tawana saz kirina grûpekî li dijî ewlehiya netewî hate derxistin.

Çavkaniyên Hengawê ev yek jî diyar kir ku biryara dadgehê roja sêşemê ji parêzerê Zehra Mihemedî re hate ragihandin.

Derkirina biryara 10 sal zîndan kirina Zehra Mihemedî, ji hêla dadgeha komara îslamî ya Îranê ve bi tawana saz kirina grûpekî li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê di demekî de ye ku Zehra Mihemedî bi tenê endam bûye di encûmena “Nojîn” da û di dadgehê de tu sûçbar kirinek bi vê tawanê li ser vê encûmenê nehat îsbat kirin.

Zehra Mihemedî û du endamên din ên encûmena Nojîn roja pêncşemê, 23ê Gulana 2019, ji bal hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin, piştî ku saziya îstixbarata Îranê avêtî ser mala wê, û di dawiya heman salê de bi kefaleta 700 mîlyon tîmenên îranî serbest hate berdan.

Zehra Mihemedî 28 salî ye û bi eslê xwe ji gundê “Sirvale Dehgolan”e û li bajarê Sine dijî. Zehra di qada jeopolîtîk ê de xwedî masterê ye û li zanîngeha Bîrcend ev master wergirtiye.

Pustên heman beş