Efrîn mîlîşyayên “Çiqlê Zeytûnê” hedef dike

Efrîn mîlîşyayên"Çiqlê Zeytûnê" hedef dike

Li herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê, di 24 sa’etên rabûrî de, hejmarek mîlîşyayên bi navê “Elhoyên Bakur” ku girêday Tirkiyê ne, hatin berteref kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kir, ji duh roja sêşemî 14/7/2020an, herî kêm 3 çekdarên giropa “Elhoyên Bakur” ên girêday arteşa Tirkiyê, di çarçûvê operasyona “Çiqlê Zeytûnê” de hatine kuştin.

Di vê derbarê de, nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan dest nîşan kir, 3 mîlîşya ji bal hinek çekdarên nenas kirî li gundekî navçeya Şerayê hatine hedef kirin û her rast hatin kuştin.

Lê belê çavkaniyên xwecihî amaje dikin ku dibe hêzên bi navê Hêzên Rizgarîya Efrînê ev êrîş kirbe.

Tê zanîn li 11 vê mehê jî cesedê mîlîşyayeke polîsên girêday Tirkiyê li navçeya cindrêsê hatbû dîtin ku bi dest çekdaran hatbû kuştin û piştre hatibû şewtandin.

Pustên heman beş