Balefireke keşfê a arteşa Tirkiyê serê sibê ya îro li sînorê Wanê ket, 7 leşkir 2 jê pîlot hatin kuştin.
Îro roja pêncşemî 16/7/2020an, Balefireke keşfê a arteşa Tirkiyê, li çiyayê Artoşê yê parêzgehîya Wanê ket xwarê, 7 leşkir 2 jê pîlot hatin kuştin.
Wezareta karên navxwe a Tirkiyê di vê derbarê de daxweyanî da û eşker kir ku ev balefir a keşfê bû, ew ji bilindahîya 2 hezar û 200 metroyan daketîye xwarê, 7 eskerên me têde canê xwe winda kir.
Paş ketina balefirê, tîmên lekolînê li ciyê ketina balefirê amade bûn û dest avêtin xebata xwe ji boy zanîna sedemên ketinê.
Suleyman Soyluyê wezîrê navxwe der barê balefira ku ketiye xwarê da got: Evê balefirê ji dûşemîya rabûrî karên keşfê li Wanê û Hekariyê dikir, dibe ew bi sedemeke teknîkî ket be.