Li gundekê sînorê parêzgehîya Sine a Rojhilata Kurdistanê, pevçûn li nêvbera hêzeke Kurdî û sipayê Pasdaran derket, 4 endamên Pasdaran hatin hedef kirin.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan a Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, li deringiyên şeva derbasbûyî 15/7/2020an, li zîrên gundê Bilberê ê girêday navçeya Sewlawa a parêzgehîya Sine, pevçûn li nêvbera sipayê pasdaran û hêzeke Kurdî derket.
Di pevçûnê de, 2 endamên sopayê Pasdaran bi navê “Cemal Kerîmî” ku fermandarê qirargeha Bilberê û “Mihemed Keremî”, hatine kuştin, hem wext 2 endamên din ên Pasdaran birîndar ketine, yek jê bi navê “Mihemed Elî Muradî” ye.
Li gor rêxistina Hengawê zirarên canî li nava rêzên hêza beranber tunene, heya niha tu partîyeke Kurdistanî a Rojhilata Kurdistanê, berpirsiyarîya vê pevçûnê nehilgirtîye, Îranê jî bûyer romal nekir.