Ermenistan û Azerbaycanê amadeyî ji bo dest pê kirina danustendinên ragirtina şer li herêma Qerebaxê îlan kir.
Wezaretên karên derve ên Ermenistan û Azerbaycanê bi daxweyaniyên cuda, amadeyî ji bo dest pê kirina danustendinên ragirtina şerê li herêma sînorî a Qerebaxê, paş ku li rojên rabûrî hinek pevçûn li nêvbera arteşên herdu wilatan de derketîn.
Îro roja pêncşemî 16/7/2020an rayedarên koma “Mênsk” a girêday rêxistina Ermen û koma hemaheng a Ewropayê, ev hengava wezîrên derve ên Ermenistan û Azerbaycanê pêşwazî kir û ragihandin ku ewê piştgiriyê bidin, çareseriyên pirsgirêka herêma Qerebaxê.
Li 12 vê mehê wezareta parastina neteweyî a Azerbaycanê îlan kir ku arteşa Ermenistan êrîşê hinek pêgehên Azerbaycanî li navçeya “Tofoz” a sînor kirin û dan ber gulle topan.
Der barê vê, wezareta parastina neteweyî a Ermenistan berpirsiyarîya alozî û pevçûnên dawî xist bal arteşa Azerbaycanê û eşkere kir ku wan hewla êrîşa navçeyên sînorê wan kirine.
Bi tevahî di pevçûnên rojên rabûrî de, 7 eskerên azerbaycanê hatin kuştin yek jê fermandar bû, Azerbaycanê êrîşên hewayî li ser pêgehên Ermenistanê kirin û zirarên mezin pêre xistin.
Herêma Qerebaxê dikeve başûrê Qefqazê, li rojava Azerbaycanê, şêniyên wê 138 hezar kes bûn û piranî jê Kurd bûn, lê belê ji sala 1992an ketîye jêr kontirola Azerbaycanê û Ermenistanê û Kurdên wê derê koç kirin.