Di yêk ji zîndanên bajarê Serê Kaniyê ê bakurê rojhlata Sûriyê de, xortekê astengdar di zîndana mîlîşyayên Tirk de li jêr êşkenceyê canê xwe ji dest da.
Nerîngeha Sûriyê a mafên mirovan eşkere kir, îro roja pêncşemî 16/7/2020an, xortekê bajarê Serê Kaniyê ku li dawîya sala rabûrî mîlîşyayên giropa El Hemzat a girêdayê Tirkiyê desteser kirbû, canê xwe ji dest da.
Dest nîşan kir, ev xort astengdar bû, mîlîşyayên operasyona Kanîya Aşitiyê a Tirkiyê, li sala rabûrî bi ser mala wan de girtibû û hatibû bin çav kirin û îro li jêr êşkenceyê canê xwe ji dest da.
Li 9î vê mehê nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kirbû ku çekdarên girêday Tirkiyê, şênîyekê Girê Sipayê şehîd kirin piştî ku pereyên wî ku bi qasî 4 milyon lîreyên Sûrî bûn, jê stendin.