Di teqînekê de ku li îro ser rêya erebeyeke eskerên Tirk li Bakurê Kurdistanê pêkhat, zirarên canî derketin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 18/7/2020an, li sînorê Şemzînan a navçeya Colemêrgê, li wexta derbas bûna erebeyeke arteşa Tirkiyê, teqîn çêbû, 2 esker û gund parêzek birîndar ketin.
Ev teqîn bi rêya bombeke bi dest çêkrî hat encam dayîn û arteşa Tirkiyê, PKK e bi teqandina wê berpirsiyar kir.
Tîmên hewar hatinê kesên ku di teqînê de birîndar ketine rakirin nexweşxanê û eskeran operasyoneke lêgerînê li navçeyê da meşandin.