Sindoqên hilbijartinan li Rojava nahên danîn

Sindoqên hilbijartinan li Rojava nahên danîn

Rêveberîya Xweser îro eşkere kir ew tevlî hilbijartinên parlimentoya Sûriyê nabe û sindoqên hilbijartinan li Rojava Kurdistanê nahên danîn.

Berdevkê Rêveberiya Xweser îro roja şemî 18/7/2020an, di kongireyeke rojnamevanî de, biryar li derbarê hilbijartinên parlimentoya Sûriyê de ragihand û got: “Sindoqên hilbijartinan li navçeyên li jêr desthilata wan de nahên danîn”.

Her wiha eşkere kir, di vê qonaxê de miletê Sûriyê li bendê ye, çareseriyeke aşitîyane ji bo kirîza Sûriyê bê danîn, lê hikûmeta Sûriyê hêjan li ser heman rêbaza xwe di dome û her weke ji 2011an tu tiştek nebûye.

Berdevkê Rêveberiya Xweser dibêje: “Hilbijartinên parlimentoya Sûriyê ti wateya wê ji bo me nîne û diyar kir, ew bi hêvî bûn hikûmeta Sûriyê hêzên aktîv ên li Sûriyê vexwîne civînekê ji bo danustendina çareserîyeke bilez ji bo kirîza sûryê”.

Hilbijartinên parlimentoya Sûriyê paş ku 2 caran bi sedema rêkarên xweparastinê ji vîrosa Koronayê hatin paş xistin, biryare sibe roja yekşemê, 19/7/2020an werin kirin.

2100 namzed ji bo 250 kursîyan hene, 25 jê Kurdin li ser asta li Qamislo, Helebê û Şamê.

Pustên heman beş