Kongiresa Amerîka li dû kirîna sîstema S400 pêşnumayek qanûnî li ser cezayên li dijî Tirkiye yê dişopîne

Kongreya wîlayetên yekbûîy li dû kirîna sîstema s400 pêşnumayek qanûnî li ser cezayên li dijî Tirkiye yê dişopîne

Endamên kongreya Amerîkî roja Eynî 17 Tîrmeha 2020an pêşnumayek qanûnî li ser cezayên li dijî Tirkiyê li dû kirîna sîstema mûşekî ya berevaniya hewayî ya S-400a Rûsî pêşkêş kirin.

Li gorî nûçeyên ajansan, Adam Kissinger, endamek komarparêz ê kongreya Amerîka ku yek ji wan endama ye ku ev pêşnumaye amade kirî got: îro parlamenterên wekî Adam Kissinger, Ebîcîl Span Berger û Maykil Makul, cîgirê Serokê Komîteya Karên Derve Di Meclîsa Nûneran de, pêşnumaya qanûnî ya ji bo sepandina cezayan li ser desthilatdarên Tirkiyê li ser kirîna pergala mûşekî ya berevaniya hewayî ya Rûsî S-400 pêşniyar kirîne.

Ev pêşniyara yasayê, bi sernavê “zagona rêgirî kirin ji henarde kirina çekên Rûsyayê”, kirîna moşekên Rûsyayê wekî peymanek mezin” pênase dike ku pêwîste digel wê li gor zagona tekoşîna li dijî dujminên wîlayetên yekbûîy bi rêka embargoyên CAATSA serederî were kirin.

Meha borî, di berisva pirsekê de derbarê îhtimala wê yekê ku Waşinton sizayan li ser Enqerê bisepîne li ser kirîna sîstemên berevaniya S-400ya Rûsî, Tirkiyê gef xwarin ku eger wîlayetên yekbûîy li hember wê gavek bi vî awa bihavêje wê Tirkiye bertekan nîşan bide.

Girêbesta nehis

Ji aliyekî din ve, piştî ku dewletên yekbûîy ji ber sedema peymana Tirkiyê ji bo kirîna sîstema S-400 ji Rûsya, beşdariya Tirkiyê di bernameya berhem anîna balefirên F-35 de rawestand, wezîrê derveyê Tirkiyê Çavuşoglu di hevpeyvînekê de ligel televizyona “Heber” ya Tirkiyê de ragihand, Tirkiye amadeye ji bo kirîna balefirên alternatîfên F- 35ên Amerîkî, di nav de balefirên Rûsî.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Anatoly, wezîrê karên derveyê Tirkiyê ragihand ku Enqere amade ye di berisva her cezayekê ku Amerîka li ser Tirkiyê bisepîne, bikaranîna her du baregehên hewayî yên stratejîk “Encerlîk û Korîsîk” li welatê xwe ji bo Amerîkayê qedexe bike.

Balafirgeha Encerlîk li başûrê Tirkiyê bingeha sereke ya operasyonên Amerîka li rojhilata navîne û di demên dawî de di şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Îraqê de rolek sereke leyistiye. Di demekî de ku bingeha Korîsîk li rojhilata Tirkiyê bingeha sereke ya rêxistina peymana Atlantic a Bakura Nato ye.

Pustên heman beş