Li Efrînê fermandarê “Feyleq Şam” tê hedef kirin

Li Efrînê fermandarê"Feyleq Şam" tê hedef kirin

Teqînek îro li ser rêya Cindirêsê a navçeya herêma Efrînê çêbû, 10 kes hedef kirin, 3 jê mîlîşya “Feyleqa Şam” a girêdayê Tirkiyê ne.

Nerîngeha Sûryaya mafên mirovan eşkere kir, îro roja yekşemî 19/7/2020an, teqîneke bi hêz li ser rêya navçeya Cindirêsê a herêma Efrînê çêbû, 10 kes têde birîndar ketine, 3 jê çekdarên mîlîşya bi navê “Feyleqa Şam” a girêday Tirkiyê ne.

Her wiha dest nîşan kir, teqîn li jêr erebeya wan çekdaran hat teqandin, yek ji birîndaran fermandarê mîlîşya “Feyleqa Şamê” ye.

Tê zanîn li 14 vê mehê, teqîneke din li navçeya Şerayê çêbibû û têde 3 çekdarên koma bi navê “Elhoyên Bakur” a girêdayî Tirkiyê hatibû kuştin.

Pustên heman beş