PKK e xendekan li Başûr çêdike

PKK e li Şengalê xendekan çêdike

Partîya Karkerên Kurdistanê, li Şengalê dest avêtîye çêkirina xendekan, ji bo ku Gerîlayên xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêze.

Li gor agahiyên destê me, paş dest pê kirina êrîşa ser Başûrê Kurdistanê ku Tirkiyê li 15/6/2020an daye meşandin, PKK ê li Şengalê dest avêtîye kolana xendekan ji bo ku Gerîla têde ji êrîşên hewayî ên Tirkiyê parastî bin.

Ev xendek PKK ê bi kûratîya 10 metroyan li binara çiyayê Şengalê, sînorê Sinonê, Xanesorê, Bab şilo û Sekîniyê çêkirine.

Ev hengava PKk ê hem wexta dest pê kirina pêvajoya vegerîna malbatên Êzidî ji kampên awareyî ên li Dihokê ji bo warên wan li Şengalê tê.

Dewleta Tirkiyê, li 15 meha rabûrî mezintirîn êrîşa ser PKK ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, di yekem êrîşa hewayî de, 151 pêgehên PKK ê li Şengalê, Mexmûrê û navçeyên din ên herêma Başûr hatin hedef kirin.

Îro 34 roj li ser êrîşê derbas dibin, lê belê zirara vê êrîşê li ser gelê Başûr û şêniyên gundên Dihokê pêtire, ji ber ku heya niha nêzî 50 gundan li sînorê Zaxo, Kanî Masê, Dihokê, Amêdî û Berwarî Bala hatine vala kirin.

Ji destpêka êrîşê heya duh roja şemî 18/7/2020an, Tirkiyê 135 caran êrîşên hewayî û bejahî li ser Başûrê Kurdistanê kirine.

Pustên heman beş