Îranê 3 xortên Rojhilat bi 16 sal zîndankirinê cezakirin

16  sal ceza bo 4 xortên Kurd bi sedema şewtandina wêneyên Suleymanî

Komara Îslamî a Îranê, îro cezayê 16 sal zîndan kirin ji bo 3 xortên Rojhilata wilat derxist, cînayeta evan xortan, şewtandina wêneyên Qasim Suleymanî bû.

Li gor rêxistina Hengaw a mafên mirovan, li sala rabûrî hêzên ewlehiyê ên Îranê, 4 xortên Kurd ên bajarê Bane ê Rojhilatê Kurdistanê, bi navên “Arman Hisên Zade temen 20 sal, Behmen Rehîmî 19 sal, Mîlad Hisênî 19 sal û Sîna Ebdulahî 17 sal” bi sûça şewtandina wêneyên Qasim Suleymanî ê fermandarê berê ê feyleqa Qudsê, bin çav kir bûn.

Li gor rêxistina Hengawê, dadgeha Seqizê hukmê 6 sal û 7 meh ji bo Arman Hisên Zade, 6 sal û 6 meh ji bo Mîlad Hisênî, 3 sal û 6 meh ji bo Behmen Rehîmî derxist, lê belê heya niha cezayê Sîna Ebdulahî nehatîye eşkere kirin.

Raghandina cezayê van xortan li demekî tê ku li destpêka îsalê, balefirên Amerîkayê Qasim Suleymanî  û hevrêyê wî yê Heşda Şebî Ebu Mehdî Muhendis, li nêzî balefirxaneya Bexdayê hedef kirin û kuştin, kuştina Suleymanî kirîzeke herêmî û navdewletî li pey xwe anî.

Pustên heman beş