Di keysa Dalya yê de Başûrê Kurdistanê direwên PKK ê eşkere dike

Di keysa Dalya yê de Başûrê Kurdistanê direwên PKK ê eşkere dike

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê: “Dalya têkiliyên sozdariyê digel Şervanekî din girêdabûn, wê bi kêfa dilê xwe rêxistin bi cî hişt û reviya Tirkiyê”

Wezareta karên navxwe a hikûmeta Başûrê Kurdistanê, li derbara keysa teslîm bûna birazîya Salih Muslim ê hevserokê berê ê PYD ê daxweyanî da û dibêje: “Keça hewe têklîyeke sozdariyê digel Şervanekî din hebû, wan bi hevre biryara bi cî hiştina PKK ê da û revyane Tirkiyê”.

Wezareta karên navxwe a hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro roja duşemî 20/7/2020an, li derbara keysa teslîm bûna “Dalya Mehmûd Muslim” ku dibe birazîya Salih Muslim hevserokê berê ê Partiya Yekîtya Demokratîk da, di daxweyaniyê de, medyaya PKK ê û alîgirên wê direwandîye û dibêje, “Keça hewe rêzên rêxistinê bi cî hiştine û ew bi kêfa dilê xwe derbasî Tirkiyê bû û teslîm bûye”.

Dalya têklîyeke sozdarî digel Tolihdan hebû

Li 15 vê mehê dewleta Tirkiyê îlan kir ku “Dalya Mehmûd Muslim” a birazîya Salih Muslim, paş xebatên îqna kirinê li Mêrsînê teslîm bû, piştre, medya PKK ê û PYD ê daxweyanî ji zarê Salih Muslim û bavê Dalya weşandin bi awayekî wiha ku rêvebirîya Başûrê wilat keça wan bi zor teslîmî Tirkan kirîye, medya PKK ê ne tenê ev kir belku siyaseta xwe a gemar weke her car domand û go ku zaten PDK ê Dalya teslîmî Mît ê kirîye.

Di vê derbarê de, wezareta karên navxwe a Başûrê Kurdistanê rastîya keysê îlan kir û jiblî direwandina medya PKK ê û PYD ê, dest nîşan kir ku birazîya Salih Muslim a bi navê “Dalya” bi kêfa xwe rêzên YPG ê bi cî hiştine, ji ber ku wê têklîyeke sozdariyê bi Şervanekî bi navê “Selam Remezan Mihemed” bi kod navê “Tolhildan” hebû, wan bi hevre rêzên rêxistinê bi cî hiştin.

Pêwîste PKK e ji xwe bipirse çima xelk rêzên wê bi cî dihêle?

Her wiha eşkere kir, Selam Remezan li roja 9/7/2020an bi awayekî qaçax derbasî Tirkiyê bûye, piştre li 14/7/2020an Dalya bi heman awayî û li Mêrsînê xwe teslîm kir, lewma pêwendîya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi wê keysê tuneye.

Di daxweyanîya wezareta karên navxwe a Başûrê Kurdistanê de hatîye: “Gereke medya PKK ê li ciyê weşandina direwan, vê pirsê ji xwe bike, çima xelk rêzên rêxistina we bi cî dihêle û amadene bi rêkên qaçax xeteriyê bixin ser jiyana xwe”.

Pustên heman beş