Moşekeke Tirkiyê bi taxekê Qamişlo ket

Moşekeke Tirkiyê bi taxekê Qamislo ket

Moşekeke arteşa Tirkiyê, îro bi taxekî bajarê Qamişlo ê Rojava Kurdistanê ket, bi wê sedemê 2 hemwilatî birîndar ketin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kir, îro roja duşemî 20/7/2020an, moşekek bi taxa bi navê “Curnikê” a navenda bajarê Qamişloyê ket, bi wê sedemê 2 hemwilatî birîndar ketin.

Taxa “Curnikê” dikeve bakurê rojhilata Qamişloyê, moşek bi geracê Roj ê erebeyan li wê taxê ketîye û 2 hemwilatî li wir bi navên “Îbrahîm Colî” ê 50 sal û “Telal Sîno” ê 40 sal birîndar ketin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava wilat dest nîşan kir ku ev bûyer li sa’et 12:00î nîvrojê çêbûye.

Pustên heman beş