HDP ê Tuma Çelîk Îxrac kir

Tuma Çelîk

Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Tuma Çelîk ku pêştir ragihand ku wî ji partiya xwe îstîfa kiriye, desteya dîsîplînê ya HDPê derbarê wî de biryara xwe eşkere kir.

Wekîlê serokê koma HDP ê Saruhan Oluç, diyar kir ku lijneya dîsîplînêya navendî der barê parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Tuma Çelîk de biryara îxracê daye.

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, diyar kir ku lijneya dîsîplînêya navendî ya HDP’ê der barê parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk de biryara îxracê daye. Oluç, aşkere kir ku lijneya dîsîplînê der barê Tuma Çelk de biryara “derxistina teqez” daye. Serokwekîlê koma Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Saruhan Oluç ragihand ku parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Tuma Çelîk ji kar hate dûrxistin.

Tuma Çelîk 18ê vê mehê diyar kirbû ku ew bi şêwazên cuda hatye tohmetbarkirin û gef lê hatine xwarin û gotiye, “li gel vê yekê jinekê li dijî min dest bi tohmet û şantajan kir. Partiya min ji bo lêkolînkirina vê mijarê bi min û wê jinê re gelek caran civîya.”

Çelîk gotbû, salek piştî bûyerê wê jinê li dozgeriyê jî gilî li dijî wî tomar kiriye û ew fezlekeya ji aliyê dozgeriyê ve têkildarî wê bûyerê derbarê wî de hatbû amadekirin gihiştiye parlamentoyê û weke yek ji mijarên civîna komîsyonê ya roja 22.07.2020 hatye diyarkirin.

Pustên heman beş