Êvara îro roja duşemî balefirên şer ên Tirkiyê çar caran li pey hev aqarê gundê Hêtûta kevin li çiyayê Lînk li nahiya Dêralok bordoman kir.
Li gor zanyariyên Pêgeha Darka Mazî ku li çavkaniyên xwe ên Başûrê Kurdistanê wergirtîne îro saet 6:45 deqîqe çiyayê Lînk ji bal du balefirên cengî yên dewleta Tirkiyê ve di çarçûve ya operasyona li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, li Başûrê Kurdistanê hat hedef kirin lê heya niha tu zanyariyek li ser zirarên vê bordomanê berdest nîye.
Ev cara sêyemîne di dema du hefteyan de ku heman cî li çiyayê Lînk tê bordoman kirin.
Ev dema pêtir ji mehekê ye Tirkiyê bi behaneya hebûna çekdarên PKK ê di nava Herêma Kurdistanê de, dest bi operasyona asîmanî û bejayî ji bo ser xaka başûrê kurdistanê kiriye û bi dirêjahiya 40 heya 50 kîlometran û kûrahiya 15 heya 30 kîlometran hatiye di nava sînorê Başûrê Kurdistanê de, ev yek jî bûye sedema wê yekê ku 198 gund li navçeya Amêdî yê werin valakirin.