Li Colemêrgê dinavbera PKKê û eskerên Tirkiyê de şer qewimî

Li Colemêrgê dinavbera PKKê û eskerên Tirkiyê de şer qewimî

Li gor zanyariyên Pêgeha Darka Mazî li navçeya Çelê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê 2 leşker hatine kuştin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin ku îro li herêma navçeya Çelê ya Colemêrgê gerîlayên PKKê “ji dûr ve bi mûşekan êrîşî qereqoleke Tirkiyê kiriye.

Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha Darka Mazî di encama wê êrîşê de çendîn leşker brîndar bûne û piştî ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatîne rakirin 2 leşkiran, tevî hemû mudaxeleyên pizîşkî ji mirinê rizgar nebûne.

Piştî vê êrîşa moşekî ya PKKê bo ser vê qereqola Tirkiyê, hêzên ewlekariyê bi helicopter û balefirên Diron bersîva êrîşê da.

Ev êrîşa moşekî ya PKKê piştî wê operasyonê hat lidarxistin ku Tirkiyê li çiyayê Cîlo li sînorê parêzgeha Colemêrgê li dijî PKKê bi navê brûşik-2 Cîlo dane destpêkirin û di operasyonê de, hêzên artêşê, tîmên tayîbetên polîsan û cerdewan beşdarin, û heya niha jî ev operasyon berdewam dike.

Pustên heman beş