Dalya bi evîna xwe şad dibe

Dalya Mehmûd Muslim 1

Ev nêzî hefteyekê ye keça rojavayî a bi navê “Dalya” di rojevê de ye, ev mijar li Başûrê wilat pir gure, medya PKK ê û şeydayên wan, cînayeta teslîm kirina Dalya têxin bal Hikûmeta Başûr bi teybet PDK ê, lê belê a rast Dalya xeterîyek pir mezin xist ser jiyana xwe û tenê ji bo yek armancê, ew jî ghîştin bi xweştiviyê xwe ê bi navê “Tolhildan”.

Agahiyên teslîm bûna “Dalya Mehmûd Muslim” a birazîya Salih Muslimê hevserokê berê ê Partiya Yekîtya Demokratîk PYD ê, li roja  15/7/2020an di medya Tirkiyê de belav bû û bi vî awayî:

“Paş xebatên îqna kirinê, keça bi navê Dalya ku dibe birazîya Salih Muslim li Mêrsînê teslîm bû”.

Piştre bi du rojan medya PKK ê weke çawa hertim dixwaze rojeva Başûr nerihet bike, bi derew daxweyanî ji zarê Salih Muslim û bavê Dalya weşandin, Hikûmeta Başûr û bi teybet Partiya Demokrat a Kurdistanê bi teslîm kirina Dalya weke cînayetkar dan nas kirin.

Wezareta karên navxwe a Hikûmeta Başûr duh roja duşemî 20/7/2020an, daxweyanî da û di bersiva medya PKK ê û şeydayên wê de, hinek rastî îfşa kirin, di daxweyaniyê de wiha hatibû nivîsandin:

“Dalya bi kêfa dilê xwe teslîm bûye, wê têklîyeke sozdariyê li gel şervanekî din bi navê “Selam Remezan” û kod navê Tolhildan girêdabû, wan bi hevre biryara teslîm bûnê girtîye”.

Derewa PKK ê pir dewam nekir

“Gereke medya PKK ê li ciyê weşandina derewan, vê pirsê ji xwe bike, çima xelk rêzên rêxistina we bi cî dihêle û amadene bi rêkên qaçax xeteriyê bixin ser jiyana xwe”.

Derewa medya PKK ê pir dewam nekir, birayê Dalya duh di pêwendîyekê têlefûnî de li gel kenalekî Başûr, her tişt îfşa kir û go ku wan tenê gotîye ku Dalya li Başûr jiyan dikir û red kir ku wan sûça teslîm bûnê bi Hikûmeta Başûr û PDK ê dabe.

Rastîya vê mijarê eve ku Dalya û Selam şer ji bo evîna xwe kirin, wan bi hevre rêzên YPG ê û YPJ ê bi cî hiştine ku evîn û sozdarî di nava vê rêxistinê de kareke heram kirî ye.

[mpc_carousel_image preset=”mpc_preset_8″ loop=”true” auto_slide=”true” delay=”1000″ speed=”650″ layout=”fluid” enable_force_height=”true” force_height=”420″ images=”1014555,1014556,1014557″ gap=”5″ start_at=”1″ image_size=”large” image_opacity=”100″ image_border_css=”border-width:15px;border-color:#f3f3f3;border-style:solid;” image_hover_opacity=”100″ image_hover_border_css=”border-color:#ffffff;” overlay_icon_align=”top-right” overlay_enable_lightbox=”true” overlay_icon=”eti eti_arrow_expand” overlay_icon_color=”#ffffff” overlay_icon_size=”20″ overlay_icon_background=”#f8bf4d” overlay_icon_margin_divider=”true” overlay_icon_margin_css=”margin-top:30px;margin-right:30px;” overlay_icon_padding_divider=”true” overlay_icon_padding_css=”padding-top:15px;padding-right:20px;padding-bottom:15px;padding-left:20px;” overlay_hover_color=”#fcfcfc” overlay_hover_icon_background=”#f4b83f” mpc_navigation__preset=”mpc_preset_39″ mpc_navigation__prev_margin_divider=”true” mpc_navigation__next_margin_divider=”true” mpc_navigation__padding_divider=”true”]

Pustên heman beş