Êrîşa dewleta Tirkiyê a li djî PKK ê li Başûrê Kurdistanê dewam dike, herku diçe zirarên PKK ê jî pêtir dibin.
Li gor agahiyên destê me, ji duh roja duşemî 20/7/2020an ve, balefirên bê pîlot ên dewleta Tirkiyê hejmareke êrîşan li herêmên Başûr pêkanîne, yek jê li herêma Zapê bû û têde zirarên mezin bi Gerîlayên PKK ê ketine.
Di êrîşa duh de, 3 Gerîla ketin ber moşekên balefiran û canê xwe ji dest da, ciyên wan hatin îmha kirin.
Ji roja 19 vê mehê ve, PKKê 6 gerîla tenê li herêma Zapê ji dest dane, li himber 2 eskerên Tirkan li devera Hekariyê bi destê PKK ê hatine kuştin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ji roja 18î vê mehê jî ve, balefirên dewleta Tirkiyê 2 caran ciyên PKK ê li çiyayê Lînkî li sînorê navçeya Dêrelok a li Rojhilatê bajarê Amêdiyê bordoman kirine.